TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka pistgiriya bo Siûdî pasde dikisîne

Admin S
Nivîskar
📅 11 mijdar 2018 18:32

Peyamakurd - Hat ragihandin ku dê Amerîka li Yemenê piştgiriya xwe ya îkmalkirina sotemeniya balafirên şer ên Hevpeymana Siûdî paşde bikişîne.

Hat zanîn, Amerîka amadekariyê dike balafirên xwe yên îkmala sotemeniyê ji Erebistana Siûdî vekişîne, bi sedema kuştina rojnamevan Cemal Kaşikcî ku beriya niha rêveberiya Amerîkayê gotibû, dê ew yek bê ceza nemîne.

Herdu wezîrên Amerîkayê yên Berevanî û Karên Derve James Mattis û Mike Pompeo jî beriya niha Erebistana Siûdî xwebstibûn, şerê li Yemenê demildest were bidawîkirin.

Parve bike: