TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Rûsyayê ji 'wî welatî' zêdekirina cebilxaneyê xwest

Admin L
Nivîskar
📅 04 tebax 2023 15:33

PeyamaKurd – Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby got, Rûsyayê ji Koreya Bakur xwestiye ku firotina cebilxaneyên xwe zêde bike.

John Kirby derbarê serdana fermî ya Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ya Koreya Bakur de daxuyaniyek da.

John Kirby bal kişand ser wê yekê ku Sergey Şoygu di serdana xwe de bi rayedarên Koreya Bakur re hevdîtin pêk anî, John Kirby diyar kir ku wî daxwaza zêdekirina firotina cebilxaneyên ku di şerê Rûsya û Ûkraynayê de ji bo welatê wî pêwîst e, zêde bike.

Kirby di nirxandina hevdîtina îdiakirî ya Şoygu de got: "Nimûneyeke din a ku Pûtîn çiqas bêhêvî bûye ji ber ku makîneya wî ya şer ji ber tole û kontrolên hinardekirinê bandor dibe," û da zanîn, Rûsya hewl dide ku piştgiriya Îran, Koreya Bakur û Çînê bigire da ku Ukraynayê "bindest" bike.

 
Parve bike: