TR KU SO
FB X
Cîhan

Brîtanya: Divê welatî ji bo şerê ligel Rûsyayê amade bin

Admin H
Nivîskar
📅 27 cotmeh 2026 18:03

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Wes Streeting di serdana xwe ya li paytexta Polonyayê Varşovayê de ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn biryardariya NATOyê diceribîne û divê welatiyên Qraliyeta Yekbûyî ji bo senaryoya ku welatên NATOyê bikevin nav şerekî rasterast ligel Rûsyayê amade bin.

Streeting di civîna rojnamevanî de ya ligel Wezîrê Parastinê yê Polonyayê Wladyslaw Kosiniak-Kamysz tekez kir ku NATO hevgirtî ye û hewl dide bi rêya hêza xwe ya berevaniyê rê li ber gefan bigire.

Di çarçoveya vê serdanê de di navbera Brîtanya û Polonyayê de peymaneke hevkariyê ya leşkerî ya 3 salan hate îmzekirin.

Her du wezîran tekez kirin ku ew ê piştgiriya xwe ya bo Ukraynayê berdewam bikin û Wezîrê Polonî Kosiniak-Kamysz jî diyar kir ku peywendiyên leşkerî yên di navbera her du welatan de di asteke dîrokî û bêhempa de ne.

Parve bike: