TR KU SO
FB X
Cîhan

Hakan Fîdan: Ti sedemek ji bo şerê ligel Îsraîlê nîne

Admin H
Nivîskar
📅 10 tîrmeh 2026 19:06

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, piştî Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê di hevpeyvîneke ligel rojnameya The National Newsê ya Îmaratê de, derbarê pêşhatên dawî yên herêmî û navdewletî de nirxandin kirin.

Fîdan bal kişand ser aloziya di navbera Amerîka û Îranê de û anî ziman ku ew bawer dike ku agirbesta heyî dikare were parastin. Fîdan, çalakiyên dawî yên Îranê wekî "bersivdan" pênase kir û destnîşan kir ku li ser çawaniya derbasbûna ji Tengava Hurmizê di navbera her du aliyan de kêmasiyeke peywendiyan û şaştêgihîştinek heye.

Derbarê siyaseta Îsraîlê de Hakan Fîdan got ku dema hilbijartinên Îsraîlê nêzîk dibin, pêwîstiya Serokwezîr Binyamin Netanyahu û alîgirên wî bi taybetî bi "dijminekî derve" heye daku dengên xwe zêde bikin.

Fîdan hişyarî da ku siyasetên hikûmeta Netanyahu ne tenê ji bo Enqereyê pirsgirêk in, lê di heman demê de ji bo Îsraîlê bi xwe, herêmê û ewlehiya navneteweyî jî wekî barekî giran û gefeke mezin tên dîtin.

Herwiha li ser pirseke derbarê rûdana şerekî de eşkere kir ku tu sedem nîne ku Tirkiye û Îsraîl rû bi rû bikevin nav pevçûnekê. Li ser mijara Sûriyeyê jî Fîdan got, tevgerên Îsraîlê hikûmeta nû ya Şamê nearam dikin, çimkî gava mirov li polîtîkayên berê û yên niha yên Tel Avîvê dinihêre, eşkere xuya dike ku ew qet naxwazin cîraneke bihêz, aram û pêşketî li tenişta xwe bibînin.

Parve bike: