TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka û Îran li ber şerekî mezin in: Agirbest bi dawî dibe

Admin H
Nivîskar
📅 21 nîsan 2026 19:38

PeyamaKurd - Tenê çend saet berî bidawîbûna agirbesta duhefteyî, rewşa di navbera Washignton û Tehranê de gihîştiye lûtkeya herî metirsîdar.

Sererkanê Amerîkayê Dan Kane ragihand ku ew di amadebaşiya herî bilind de ne daku operasyonên leşkerî yên berfireh li dijî Îranê dest pê bikin.

Donald Trump jî bi peyamên tund hişyarî da ku eger heta şeva Sêşemê (21ê Nîsana 2026an) lihevkirinek pêk neyê, ew ê dest bi bombebaranan bikin.

Trump tekez kir ku armanca wî ya sereke rêgirtina li ber çekên atomî yên Îranê ye. Li aliyê din, ajansa Tesnîm a Îranî jî ragihand ku hêzên çekdar ên Îranê xwe ji bo şerekî giran amade dikin û berdewamiya dorpêça deryayî ya li ser benderên xwe wekî "ragihandina şer" pênase dikin.

Li Îslamabadê civîn heye

Ligel van gefên şer, hewldanên dîplomatîk li Îslamabada Pakistanê berdewam dikin. Li gorî nûçeya Associated Press (AP) Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf dê beşdarî gera duyem a danûstandinan bibin.

Di vê civîna krîtîk de mijarên wekî çekê atomî, ewlehiya deryayî û mafên her du aliyan li ser maseyê ne. Trump diyar kir ku şandina JD Vance nîşaneya daxwaza wan a peymanê ye, lê amadenebûna Tehranê ji bo wî ne pirsgirêk e. Lê belê, ji ber aloziya li Tengava Hurmuzê û daxuyaniyên tund ên her du aliyan, hêviyên ji bo dirêjkirina agirbestê gelekî kêm bûne û herêm ber bi rûbirûbûneke serbazî ve diçe.

Parve bike: