Amerîka: Vekisîna ji Hersonê, serkeftineke bêhempa ye
PeyamaKurd- Ji aliyê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan ve li ser rewşa Hersonê daxuyaniyek hat dayîn. Sullivan vekişîna hêzên Rus a ji Hersonê, wekî serkeftineke bêhempa pênase kir.
Jake Sullivan da zanîn ku Herson yekane paytexta herêmê bû ku di bin kontrola Rusyayê de bû û got ku
“Wisa xuya dike ku Ukraynayiyan, serkeftineke bêhempa bi dest xistiye. Ev yek hêja ye ku mirov bala xwe baş bide ser.”
Sullivan di dewama daxuyaniyê de ragihand ku “Defdana Rusan a hemberî çem, tê wê wateyê ku gefên dûvdirêj ên li dijî Odessa û qerexa Deryaya Reş, ji berê kêmtir bibin.”
Şêwirmend Sullivan da zanîn ku ev bi tu awayî ne dawiya rê ye lê belê rewşeke mezin e. Jake Sullivan bi berdewamî got ku ev serkeftin, bi saya piştgiriya Amerîka û hevkarên wan û destbikêriya berxwedêriya Ukraynayiyan pêk hatiye.