Cîhan
Amerîka zextên nû li ser Rûsyayê disepîne
PeyamaKurd - Rêveberiya Amerîkayê bi sedemê ku bi rêya erîşên sîberê mudaxeleyî hilbijartina 2016an a serokkomariyê kirine biryar da ki li ser 5 rêxistin û 19 kesayetên Rûsyayê zextên nû bisepîne.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Xezîneya Amerîkayê de zextên nû yên Ofîsa Samanên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê (OFAC) bi raya giştî re hatin parvekirin.
Li gor vê zext li ser Servîsa Îstixbarata Rûs (FSB) Servîsa Îstixbarata Eskerî ya Rûs (GRU) Ajansa Lêkolîna Înternetê (IRA) û fîrmayeke sîberê û fînansorê wê yê nêzîkî Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn Yevgeniy Viktorovich Prigozhin jî di nav de bi tevahî 5 sazî û 19 kesan tê sepandin.