Amerîkayê ceza da pênc kesên li Tirkiyê
PeyamaKurd – Wezareta Gencîne ya Amerîkayê, ceza da pênc kesên ku li Tirkiyê hêsankarî ji bo rêxistina El Qaîdeyê kirine.
Her yek ji parêzerê welatiyê Tirkiyê Mecîd Salim ku bi eslê xwe Misrî ye, welatiyekî din ê Misrî yê bi navê Mihemed Nesredîn El Xezlanî bi wê yekê tohmetbar in ku hêsankariyên darayî ji bo El Qaîdeyê li Tirkiyê kirine û ji ber vê yekê siza bi ser wan de hatiye sepandin.
Wezareta Gencîne ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê da zanîn, wan kesan pere ji bo El Qaîde hewale kirine û ji bo malbatên endamên El Qaîdeyê yên ku hevjînên wan di zindanê de ne, pere dabîn kirine.
Li gor biryarê, sê welatiyên Tirk ên bi navên Cebraîl Guzel, Soner Gurleyen û Nurettin Muslihan bi tohmeta hêsankariya ji bo toreke El Qaîde ya li Sûriye û Tirkiyê hatine sizadan.
Di dawiya meha Tîrmeha borî de jî, Amerîkayê siza bi ser du kesên welatiyên Tirkiyê de sepandibû, ku hêsankariya darayî ji bo El Qaîde û Tehrîr Eş Şam kiribûn.