TR KU SO
FB X
Kurdistan

ENKS: Divê kesên êrîşî Newroza Efrînê kirine bên cezakirin

Admin H
Nivîskar
📅 23 adar 2026 21:39

PeyamaKurd - Serokê Encumena Xwecihî ya ENKS li Efrînê Ehmed Hesen, derbarê bûyerên roja Newrozê de diyar kir ku êrîşên li dijî pîrozbahiyan binpêkirineke eşkere ya li hemberî gelê Kurd û Alaya Kurdistanê ne.

Hesen da zanîn ku di roja yekem a Newrozê de nêzîkî 30 ciwanên Kurd rûbirûyê êrîş, lêdan û heqaretê bûne. Li gorî lêkolînên wan, hinceta vê êrîşê wekî "berteka" li hemberî anîna xwarê ya alaya Sûriyeyê li Kobaniyê hatiye nîşandan, lê ENKS vê yekê wekî êşandina bi qestî ya Kurdên Efrînê dinirxîne.

Heta niha ti kes nehatiye girtin

Ehmed Hesen diyar kir ku tevî derbasbûna çend rojan, heta niha ti kes ji ber van binpêkariyan nehatiye desteserkirin û got, ew kesên êrîş pêk anîne, berê di nav komên çekdar ên li herêma Dêrezorê de cih digirtin.

Serokê Encumena ENKSyê daxwaz ji îdareya Efrînê jî kir ku bi lez bersiva daxwazên wan ên hevdîtinê bidin û kesên ku dema pîrozbahiyên Newrozê bûne sedema vê aloziyê werin cezakirin da ku serweriya qanûnê pêk were û aramiya herêmê neyê têkdan.

Parve bike: