TR KU SO
FB X
Cîhan

Kesên nenas êrîşî bajarokê Suryaniyan El Suqeylabiyê kirin

Admin H
Nivîskar
📅 04 cotmeh 2026 11:49

PeyamaKurd - Li bajarokê El Suqeylabiyê yê girêdayî gundewarê Hema ya Sûriyê ku piranî niştecihên wê Suryan in, ji şeva Şemiyê ve ji ber êrîşeke çekdarî rageşiyeke ewlehiyê heye.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku kesên nenas bi motorsîkletan êrîşî bajêr kirine, li ser dikan û sivîlan gule reşandine û di encamê de jinek birîndar bûye.

Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajêr û Qelaat El Medîqê hatine belavkirin, lê belê di destpêkê de nekarîne êrîşkaran bigirin.

Li ser vê yekê, Partiya Yekîtiya Sûryanî daxuyaniyek da û êrîş bi tundî şermezar kir. Partiyê destnîşan kir ku ev bûyer ne cara ewil e ku diqewimin û hişyarî da ku nebûna serweriya qanûnê û rêdana bi kaosê, aştiya civakî tehdît dike.

Her wiha daxwaz hat kirin ku lêpirsîneke serbixwe were destpêkirin, kesên berpirsiyar werin darizandin û ewlehiya sivîlan bi awayekî tam bê parastin.

Parve bike: