TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê firokeya ser a bê firokevan test kir

Admin H
Nivîskar
📅 08 adar 2019 23:12

PeyamaKurd -  Hêzên Asmanî yên Amerîkayê, wan dîmen û wêneyên ceribandinê yên projeya nepenî ya vê firokeya bê firokevan belav kirin 

Di daxuyaniya Hêzên Asmanî de hatiye gotin ku, “Yekem firîna testê ya XQ-58A Valkyrieyê ya ku xwedî taybetiyên menzîla dirêj û lezgîniya di jêr asta şepêla dengê bilind de ye, di 5ê Adarê de, li Qada Testê ya Yuma ya li Arizonayê hate kirin. Taqîgeha Lêkolînê ya Hêzên Asmanî, XQ-58Ayê, bi hevkariya Kompaniya Sîstemên Firokeyên Bêfirokevan a Kratosê çêkir.”

Di dawuyaniyê de hatiye ragihandin ku ev firokeya han di firîn û daketinê de pêdiviya wê bi qadeke taybet tune ye, di yekem firîna xwe de 76 xûlekan li hewa maye û hatiye diyarkirin ku hîna hemû testên wê temam nebûne.  

Hêzên Asmanî yên Amerîkayê, herwiha destnîşan kiriye ku firokeya XQ-58Ayê, dê di 5 testên din ên wek pîvana performansa ayrodînamîk û pîvana sîstemên firîn û daketinê de jî bê ceribandin.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku buhayê bikaranîna XQ-58Ayê ji yên firokeyên din kêmtir e û hatiye destnîşankirin ku ew dê bikaribin vê firokeya ku di warê şopandin, êrîş û şerê elektronîkî de derfetên baş peyda dike, di operasyonên hevbeş ên li gel firokeyên şer ên asayî de jî bikar bînin.

 

Parve bike: