Amerîkayê Îran wekî Nazîyan pênase kir
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, Pompeo di salvegera duyem a vekişandina Amerîkayê ji rêkeftina atomî ya 5+1 û Îranê de bi daxuyaniyekê, desthilatdarên Îranê wek Naziyan pênase kir.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de hat ragihandin, Mike Pompeo desthilatdarên Îranê wek Naziyên (Hizra Faşîzma Nijadperestiya Almanî) pênase dike, ku bi serokatiya Adolf Hitler eniya herî mezin a dijî cihûyan bû.
Pompeo dibêje, 75 sal berî niha Amerîkayê û hevpeymanên wê Nazî ji nav birin û niha jî metirsiyeke din li ser aştiya cîhanê ava bûye ku ew jî Îran e.
Pompeo got ku piştî vekişandina Amerîkayê ji rêkeftina atomî, asayîşa Amerîka û Rojhilata Navîn aramtir bûye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, 8ê Gulana 2018an biryara vekişîna ji rêkeftina atomî ya li gel Îranê ya 5+1 îmze kiribû.