Amerîkayê kompaniya Collective xist lîsta terorê
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê koma teknolojiyê ya navneteweyî A/I Collective ku navenda wê li Îtalyayê ye, bi sedema ku xizmeta dîjîtal dide rêxistinên biyanî û komên radîkal xist lîsteya terorê ya cîhanê.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio eşkere kir ku ev kom nûnertiya çepgirên tundrev dike û xizmetên mîna e-name, peyamên şîfrekirî, malper û amûrên veşartina nasnameyê ji aliyê rêxistinên tundrew ên wekî Antifa û Jane's Revenge ve hatine bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku van koman ev amûr ji bo belavkirina propagandayê û kordînekirina êrîşan bi kar anîne û hurgiliyên van sûcdariyan ji bo raya giştî hatin eşkerekirin.
Têkiliyên navneteweyî û ambargoyên leşkerî
Li gorî agahiyên hatin dayîn, binesaziya dîjîtal a vê komê ji aliyê rêxistinên cuda û komên radîkal ên li Ewropayê ve ji bo ragihandina êrîşên li ser xetên trênê û veguhestina enerjiyê hatiye bikaranîn.