TR KU SO
FB X
Kurdistan

Firarî Umut Altaş yê dosya Gülistan Doku li Amerîkayê xistin bin çav

Admin M
Nivîskar
📅 22 gulan 2026 23:10

PeyamaKurd – Di dosya Gülistan Doku ya ku li Dêrsimê zankoyê dixwend û di 05.01.2020an de wenda bû, pêşdeçûnekî balkêş çêbû.

Di heman dosyayê de navê Umut Altaş derbas dibû û di ser Meksîkayê de reviyabû Amerîkayê. Li gor dosyayê; hûqûqen firarî bû. Niha li DYAyê wî xistine bin çav û ev encam jî di dawiya hewlên Tirkiyê de ku navê xistibûn nav lîsta sor ya İnterpolê çêbû.

Piştî bi bultena sor ya navdewletî lê geriyan, DYA wî xist bin çav. Ji ber navê wî di nav lîsta sûcên adî de ye, dimîne ku ku dê Amerîka wî bide Tirkiyê an nede. Ji ber binçavkirina wî nayê vateya ku dê wî bidin Tirkiye.

Eger Tirkiye belgeyan bi temamî amade bike û bide Amerîkayê û Amerîka jî erê bike, dibe ku DYA wî teslîmî Tirkiyê bike.

Parve bike: