TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê li Nînowa û Selahedînê li Heşda Şeibî xist: Kuştî û birîndar hene

Admin İ
Edîtor
📅 19 adar 2026 17:04

PeyamaKurd - Îro (19ê Adara 2026an), balafirên şer ên Amerîkayê li parêzgehên Nînowa û Selahedînê zincîre êrîş birin ser baregehên Hêzên Heşda Şeibî. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatine wergirtin, di van êrîşan de çekdarek hatiye kuştin û 5 çekdarên din jî birîndar bûne.

Li Nînowayê Lîwaya 30emîn bû hedef

Çavkaniyekî ewlehiyê ragihand ku li parêzgeha Nînowayê, baregeha Fewca 4an a Lîwaya 30emîn a Heşda Şeibî rastî bombebarana balafirên Amerîkî hatiye. Di encama vê êrîşê de çekdarekî Heşdê hat kuştin û du çekdarên din jî birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê sewqî nexweşxaneyên nêzîk hatin kirin.

Li Selahedînê rewşa birîndarekî xedar e

Heman çavkaniyan da zanîn ku êrîşeke din a asmanî li nahiyeya Bêcî ya ser bi parêzgeha Selahedînê pêk hatiye. Di vê operasyonê de baregeha Lîwaya 6emîn a Heşda Şeibî hate lêdan. Di encama vê bombebaranê de 3 çekdar birîndar bûn û hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya yek ji wan giran e.

Ev êrîş di çarçoveya rageşiya leşkerî ya di navbera Amerîka û komên çekdar ên nêzîkî Îranê de li ser axa Iraqê pêk tên. Heta niha ji aliyê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ve derbarê encamên van êrîşan de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Parve bike: