TR KU SO
FB X
Cîhan

Amirî ji bo Amerîkayê: Iraqê terk bikin..

Admin S
Nivîskar
📅 05 rêbendan 2019 18:36

PeyamaKurd – Serokê Hevpeymana Fetih a Iraqê Hadî Amirî di axaftina xwe ya li bajaroka Zeluiye ya parêzgeha Selahadîn de got ku pêwîste Amerîka jî tê de hemû hêzên biyanî yên li Iraqê ne, terka welat bidin.

Li gor nûçeya ajansa Tesnim a nêzîkî Îranê, Amirî di merasîma rizgarkirina bajaroka Zeluiyê de axivî û diyar kir, divê Amerîka jî tê de ji xeynî şêwirmendên rahênanê hemû hêzên biyanî vekişin ji Iraqê û got ku divê hikûmeta Iraqê jî hemû hewlên xwe ji bo terikandina wan hêzan ji Iraqê bide.

Parve bike: