TR KU SO
FB X
Cîhan

Antalya: Lûtkeya Rêberên Cîhanê ya COP31ê dest pê kir

Admin H
Nivîskar
📅 11 mijdar 2026 11:14

PeyamaKurd - Di çarçoveya 31emîn Konferansa Neteweyên Yekgirtî ya li ser Guherîna Keşûhewayê (COP31) de, Lûtkeya Rêberên Cîhanê bi beşdariya zêdetirî 100 serok û serkirdeyên navdewletî li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê dest pê kir.

Di vê lûtkeya ku du rojan dê bidome de, şandeke payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade ye da ku metirsiyên jîngehî û qeyrana avê ya herêmê bixe rojeva civaka navdewletî.

Lûtkeya ku di bin çavdêriya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de tê birêvebirin, nûnerên 196 welatan, serokên dewletan û gelek berpirsên bilind ên saziyên navdewletî li hev dicivîne.

Di rojeva sereke ya konferansê de lezkirina veguhastina ber bi wizeya paqij ve, projeya "Bermahiyên Sifir", ewlehiya xurekê û avakirina bajarên xweragir cih digirin.

Ev yekem car e ku Tirkiye mêvandariya lûtkeyeke bi vî rengî ya Neteweyên Yekgirtî dike û çalakiyên wê dê 12 rojan bidomin.

Parve bike: