Antonio Guterres piştî 15 salan li Şamê ye
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, piştî 15 salan bi serdaneke fermî gihişt paytexta Sûriyeyê, Şamê.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî îro 24ê Tîrmehê li Balafirgeha Navdewletî ya Şamê, pêşwazî li Antonio Guterres û şandeya pê re kir.
Hêjayî gotinê ye, ev serdan xwedî girîngiyeke taybet e ji ber ku ji sala 2009an ve, dema serdana sekreterê berê Ban Ki-moon, heta niha ti sekreterekî giştî yê NY serdana Şamê nekiribû.
Serdana Guterres di demekê de pêk tê ku Sûriye hewl dide ji şopa salên dijwar ên şer rizgar bibe û gav bi gav ber bi qonaxeke nû ya siyasî ve biçe.
Guterres di dema serdana xwe de wê bi Serokomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara re jî bicive.
Di bernameya Guterres de hevdîtinên ligel nûnerên rêxistinên jinan, saziyên civakî yên sivîl û komên cuda yên civakê jî cî digrin.