TR KU SO
FB X
Cîhan

Arakçi, ji ber baregehên leşkerî bertekê nîşanî Îngîltere da

Admin M
Nivîskar
📅 20 adar 2026 23:01

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Îranê Abbas Arakçi di rêya telefonê de, bi hemkarê xwe yê Îngîltere bi Yvette Cooper re axifî. Arakçi, bi sedema Îngîltere baregehên xwe ji bo balafirên DYAyê vekir û îznê da DYAyê da bikarbîne, vê îznê weka ‘tevlîbûna şer’ ya Îngîltere bi nav kir û bertekê nîşanî Îngîltere da.

Ragihandin ji aliyê wezareta karên derve ya Îranê de hat kirin. Li gor wezaretê; Arakçi gotiye ku hûqûqa navdewletî îhlal kirine û tewrê Îngîltere û hinek dewletên Ewrûpayê rexne kiriye. Arakçi ragihandiye ku cara duyem ketine ber êrîşan û weha dewam kiriye:

“DYA û rejîma Îsraîlê, li dijî hûqûqa navdewletî û qaîdeyan, êrîşê welatê me kirin. Serokê me û hinek rayedarên me û 170 zarokên di dibistanê de kuştin.”

Arakçi her weha peyamê da welatên cîran, mafê xwe yê li gor xala 51 ya NY bibîr xist û got:

“Em li desthilata welatên cîran rêz digrin û niyeta me nîne em êrîşê wan bikin. Mixabin baregehên DYAyê li wan welatane û ji wan baregehan êrîşê me dikin. Ev welat, ji bo ber li bikaranîna ji welatên wan êrîşê axa me nekin, pêşiyê negirtin, berpirsiyariya xwe ya navdewletî bicîh nanîn.”

Arakçi her weha rexne kir ku çima welatên Rojava êrîşên ser seha Parsê ya Başûr şermezar nekirine û li ser Amerîka baregehên Îngîltere bikaraniye got:

“Em ê bikaranîna baregehên Îngîltere yên ji aliyê DYA de, wekî tevlî şer bûye rave bikin û dê wisa bikeve dîroka têkiliyên her dû welatan. Her cûre alîkariyên ji bo êrîşkeran wê asta dijberiye bilind bike û tevliheviyê çêbike. Rawestina şer, eger garantî bidin ku êrîş tekrar nekin, dibe.”

Li gor daxwuyaniyê, wezîrê karên derve yê Îngîltere Cooper gotiye ku divê li herêmê ew germahiya şer dakeve û şer raweste. Cooper, ragihandiye ku ji arîşeya Hurmizê û şerê heyî, di herêmê de û di dinyayê de encamên xerab yên siyasî û darayî derên û di van mijaran de bi endîşe ye.

Parve bike: