TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navça Hekimhan a Meletiyê gundî bertekê nîşanî lêgerîna madenê dan

Admin M
Nivîskar
📅 08 îlon 2026 15:20

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Hekimhanê bi sedema xebatên li ser lêgerîna madenê, welatî li dijî xebatê derketin. Gundî bertekê nîşanî civîna nûnerên şîrketê û Noterê dan. Li ser berteka gundiyan, cendirme mudaxeleyê gundiyan kir.

Gundiyên ku ji gundê navça Hekimhanê yên ji gundê Akmağara, mezra Darıyeri û der û dorê çûn ciyê civînê, xwestin ku civîn çênebe. Gundî xwestin ku Noter û nûnerên şîrketê ji wê deverê herin

Li ser zêdebûna gengeşê, nûnerên şîrketê û Noter ji deverê çûn. Di wexta protestoya gundiyan de, gundî gotin:

“Bila Hekimxan nebe weka İliçê. Jiyana li ser axê ji madena bin axê bi qîymettir e.”

Li bajarê Ezirganê li navça İliçê di lêgerîna madenê de, erd şemitîbû û bi dehan kes di bin saxê de mabûn û miribûn.

Welatî ragihandine ku xebata madenê dibe sedema wendabûna axê, gemariya hewa û avê, daristan jê zerarê bibînin, araziyê çandiniyê tehrîb bibin û divê jîngeh bên parastin.

Parve bike: