TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji ber êrîşa ser dibistana navça Turgutluyê 7 kes hatin girtin

Admin M
Nivîskar
📅 26 îlon 2026 14:19

PeyamaKurd – Di 22yê Êlûna 2026an de li Tirkiyê li bajarê Manisa li navça Turgutluyê li nêzî dibistana İnci Üzmez Mesleki ve Teknik Anadolu Lisesi êrîşekî qewimî bû. Di êrîşê de 11 kes birîndar bûbûn.

Li ser êrîşê, 10 kesan xistibûn bin çav û di encama îfadên wan sitendin de, ji 10 kesan 7 kesan şandin zîndanê.

Di nava zîndaniyan de êrîşker H.O., diya wî, bav, bapîr, hevalekî wî, pismamekî wî û kesê fişekan firotiye ku bayiyê fişekaye hene. Dadger 3 kesan bi şertê kontrola edlî serbest berda.

Ji kesên ku di êrîşê de birîndar bûbûn 8 kes ji nexweşxanê derketine û rewşa wan baş e. Dermankirina her 3 kesên xwendevan dewam dike.

Parve bike: