TR KU SO
FB X
Cîhan

Arakçi: “Tirkiye nehişt Îran perçe bibe”

Admin M
Nivîskar
📅 20 tîrmeh 2026 20:35

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi di ser medya televizyonê de ragihand ku di roja 4.em ya şerê bi Îsraîlê re, serokê DYAyê Donald Trump li Herêma Kurdistana Iraqê bi hinek lîderan re axifî.

Li ser vê bûyerê, di heman rojê de Arakçi telefonê dike ji bo serokê PDKê Mesûd Barzanî, serokê YNKê Bafil Talabanî, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan û serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani û endîşeyên xwe yên di derbarê ewlehiya Îranê de ji wan re radigihîne.

Arakçi got ku di axaftinan de ji gotiye; bila di ser Herêma Kurdistanê de îznê nedin tehdîdekî û dewam kir:

“Eger tehdîdekî biçûk di ser Herêma Kurdistanê de ji me re were, min aşkera ji wan re got ku em ê bersivê bidin.”

Li ser kiryarên Tirkiyê, Arakçi ragihand ku Îsraîl xwestiye Îranê perçe bike lê di berlêgirtina perçebûna Îranê de Tirkiye rolekî gelek girîng leyîstiye. Tirkiye yekser bi DYA re pêwendî daniye û tewrekî saxlem daniye. Arak çi got ku di pêvajoyê de Tirkiye dîplomasiyekî aktîv kiriye û weha dewam kir:

“Eger ji Herêma Kurdistanê tehdîdekî biçûk were, em ê bersivê bidin û zen nekin ku em ê bi derekî din re meşxûl bibin. Di vê pêvajoyê de Tirkiye roleka mezin leyîst. Hem bi Amerîkayiyan re hevdîtin kirin hem di mijarê de tewrekî saxlem nîşan da. Ev xebatên hevpar kirin ku Îran perçe nebe û di nav Îranê de tevlihevî nebe.”

Parve bike: