TR KU SO
FB X
Cîhan

Artêsa Îranê bi navê "Gazze"yê balafireke bêbalafirvan çêkir

Admin L
Nivîskar
📅 22 gulan 2021 14:04

PeyamaKurd –  Artêşa Komara Îslamî ya Îranê balafireke bêbalafirvan a bi navê "Gazze"yê çêkir.

Serokê Beşa Esmanî ya Supaya Pasdaran a Îranê Emîr Elî Hacîzade di dema pêşandana balafirê de diyar kir, armanca navlêkirina dronê bi navê "Gazze" rêzgirtina li ruhê berxwedana 11 rojên borî ya li Gazzeyê ye.

Emîr Elî Hacîzade eşkere kir, balafir dikare 13 bombeyan hilgire.

Herwiha Hacîzade di dema pêşandana balafira bêbalafirvan a "Gazzeyê" de da zanîn, ku drone dikare 35 hezar pê bilind bibe û herwiha di operasyonan de dikare 13 bombeyan hilbigre û di dema pişkinînê de dikare bi dûriya 500 kîlometre çavdêriyê bike.

Parve bike: