Cîhan
Li Balafirxaneya Stenbolê dest danîn ser balafireke Îranê
PeyamaKurd - Bi biryara dadgeheke Tirkiyeyê, li Balafirxaneya Navdewletî ya Stenbolê dest danîn ser balafireke geştiyaran a Hêla Asmanî ya "Caspian" a Îranê û hemû rêwî hatin daxistin.
Li gorî nûçeya medyaya Tirkiyeyê, ev biryar li ser serlêdana Rêveberiya Balafirxaneyê hatiye dayîn, ji ber ku deynê komkirî yê xizmetên balafirxaneyê yên şîrketê gihîştiye 3 milyon euroyan.
Biryar tam di dema amadekariya firînê de hate girtin û bû sedema betalkirina geşta ber bi Îranê ve, lê belê Berdevkê Hêla Asmanî ya Caspianê Mecîd Îxwan ji ajansa Fars News re ragihand ku wan hemû rêkarên qanûnî û kargêrî ji bo çareserkirina vê arîşeyê daye ber xwe da ku di zûtirîn demê de geştên xwe ji nû ve bidin destpêkirin.