Cîhan
Artêşa Iraqê li Diyalayê pêgehên DAIŞê bombebaran kir
PeyamaKurd - Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku di encama bombebaraneke asmanî de li sîngorê parêzgeha Diyaleyê, cihekî girêdayî çekdarên terorîst ên DAIŞê bi temamî hatiye jinavbirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkarin ku operasyon li ser bingehê zanyariyên hûr ên îstixbarî li devera "Ketîe" ya di bin kerta Fermandariya Operasyonên Diyaleyê de hatiye lidarxistin.
Hate gotin ku balafirên şer ên F-16 ên Hêza Asmanî ya Iraqê bi du moşekan êrîşî wî cihî kirine û ew bi temamî xera kirine.
Şaneya ewlehiyê her wiha tekez kir ku xebatên ji bo paqijkirina axa welat ji bermahiyên terorê dê bi biryarî bidomin.