Cîhan
Artêsa Sûriyê ew navçe jî kontrol kir
PeyamaKurd - Artêşa Sûriyê navçeya Oruma Biçûk a li gundewarê Helebê, kontrol kir.
Li gor zanyariyên ku ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve hatine ragihand, li gundewarê Helebê Artêşa Sûriyê Oruma Biçûk û gundewarê Muhendisîn li heman deverê, kontrol kirin.
Li gorî heman zanyariyan, Artêşa Sûriyê rêya kevin ya Idlib-Heleb-Bab El-hewa li mîhewrê Etarib kontrol kir.
Di çend rojên derbasbûyî de, hêzên Artêşa Sûriyê bi alîkariya balafirên şer ên Rûsyayê, li gundewarên Idlib û Helebê di pêşketinên xwe de berdewam e.