Artêsa Sûriyê ji çend milan ve dest bi derbasbûna nav Minbicê kir
PeyamaKurd - Li gorî nûçeyên dawî yên çavkaniyên herêmê didin, piştî belavbûna rêkeftina navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, tevgera hêzên nêzîkî Minbicê yên artêşa Sûriyê zêde bû û ji çend milan ve dest bi ketina nav bajêr kirin.
Hat diyarkirin ku artêşa Sûriyê dê bajarê Minbicê ku ev demeke dirêj e di bin kontrola HSDê û hêzên hevpeymaniya navdewletî de bû kontrol bike û ala xwe hilde.
Çend saet berê jî hêzên Amerîkayê ji Minbicê vekişiyabûn.
Bi destpêkirina êrîşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê re, komên çekdarên girêdayî Tirkiyê jî ber bi Minbicê ve ketibûn tevgerê ku di nav plana êrîşên Tirkiyê de kontrolkirina Minbicê jî heye.
Ajansa Dewleta Sûrî (SANA) jî bi deqa lezgîn ragihand: "Hêzên artêşa Sûriyê ji bo li dijî êrîşên Tirkiyê rabin, ber bi bakur ve ketin liv û tevgerê."