Cîhan
Artêşa Yemenê ragihand ku di nav 24 seetan de 1200 mîlîsên Hûsiyan ji nav birine
PeyamaKurd – Berdevkê artêşa Yemenê Mecid Abdullah al-Nuzaili ragihand ku di nav 24 seetan de, li dijî hêzên Hûsiyan 2.200 operasyonan kirine û 1200 mîlîsan ji nav birine.
Berdevk, her weha got ku ji zêdetirê 440 alavên (erebeyên) leşkerî îmha kirine û li bajarê Taizê li konwoyên Hûsiyan û hêzên wan yên destekê xistine.
Artêşa Yemenê li bajarê Hudeyde jî li devera Ras Issa êrîşên hewayî kirine ku Hudeyde ji bo Hûsiyan ciyê petrolêye û lîmanekî girîng