Cîhan
Astengiya deryayî li Tengava Hurmuzê bi qismî hat rakirin
PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Mecîd Taht Ravançî ragihand ku DYAyê astengiya deryayî ya ku beriya îmzekirina peymana di navbera her du welatan de di 14ê Hezîranê de li ser keştiyên Îranê ferz kiribû, bi qismî rakiriye.
Ravançî di civînekê de ku Wezîrê Derve Abbas Arakçî bi balyoz û nûnerên dîplomatîk ên welatên biyanî re civiya, bersiva pirsên rojnamevanan da.
Ravançî diyar kir ku peymana bi DYAyê re tekezî li ser vekirina Tengava Hurmuzê û rakirina astengiya deryayî ya DYAyê kiriye û got, "Rakirina astengiyê ji destpêkê ve tekezî li ser me bû û berî îmzekirina peymanê bi qismî hat rakirin."