TR KU SO
FB X
Cîhan

Austin: Em ê xwe li hemberê Îran û mîlîsan biparêzin

Admin M
Nivîskar
📅 18 mijdar 2021 05:14

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin, li ser êrîşên Îranê û mîlîsan got ku wê xwe û hevkarên xwe biparêzin. Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin weha got:

“Em ê li hemberê Îranê û mîlîsan xwe û hevkarên xwe biparêzin. Îran zerarê dide îstîqrara herêmê. Em bi parastina îstîqrara Rojhilata Navîn ve girêdayîne. Em ê çavên xwe ji tevgerên Îranê yên li Kendavê re negrin. Em xwediyê wê hêzê ne ku dikarin xwe û hevkarên xwe biparêzin. Tevgerên Îranê yên ku li Kendavê dike, bêberpirsiyariye.”

Parve bike: