Avustralya balafira keşfê dişîne Kendavê
PeyamaKurd – Dewleta Avusytralya jî ji bo destekê bide ewlehiya welatên kendavê biryarê da ku balafira menzîla wê dirêj bişîne welatên Kendavê.
Serokwezîrê Avustralya Anthony Albanese ragihand ku 24 hezar welatiyên wî li Îmaratan dijîn û divê berya her tiştî ewlehiya welatiyên xwe biparêze.
Avustralya, ji bo devera Kendavê wê balafira xwe ya E-7A Wedgetailê ya keşfê ji bo 4 hefteyan bişîne Kendavê. Bi balafirê re xebatkarên destekê jî hene. Îmaratê xwestiye fuzeyên menzîla wan navçe ji hewayê bo hewayê bidest bixe. Serokwezîrê Avustralyayê Anthony Albanese ji bo rojnamevanan weha got:
“Ji bo parastina seha hewayî ya ser Kendavê û ji bo ewlehiya wê, em ewilî ji bo 4 hefteyan balafira menzîla wê dirêj ya E-7A Wedgetail û destekvanên wê, xebatkarên hêzên bergiriyê dê bişînin herêmê.
Li Îmaratan 24 hezar welatiyên Avustralyayê hene, piştî êrîşa DYA û Îsralê ji bo ser Îranê destpêkir, Îran fuze û roketan avêt ser Îmaratan û Îmarat 1500 fuze û İHAyên Îranê xistine.”
Albanese, piştî bi emîrê Îmaratan bi Muhammed bin Zayid Al Nahyan re axifiye biryara şandina balafirê daye.