Cîhan
Avusturya ji Tirkiyê re: “Rojnamevanê me berdin!”
PeyamaKurd- Piştî ku rojnamevanê Avusturyayî Max Zirngast li Tirkiyê hate binçavkirin, hukûmeta Avusturyayê dengê xwe li Tirkiyê kir û got ku bi lez rojnamevanê me serbest bihêlin.
Di derbarê bûyerê de Berdevkê Hukûmeta Avusturyayê Peter Launsky-Tieffenthal daxuyaniyek da û got ku hukûmeta Avusturyayê bi lez ji Tirkiyê dixwaze ku sebeba binçavkirinê eşkere bike an jî rojnamevanê me serbest bihêle.
Rojnamevanê Avusturyayî Max Zirngast ji bo kovara Re:voltê dixebite û roja duşemê li mala xwe hatibû binçavkirin.