Awrûpa ji “êlek zer” an ditirse
PeyamaKurd- Tevî ku serokê Fransayê Macron paketa zêdekirina bihayên tiştan bipaş de xist jî, tevegra “êlek zer” an dewam dike. 89 hezar polîs bo tevger belav nebe û zerarê nede hemwelatiyan dewam dike. Lê tevger ne tenê li Fransayê, li Belçîka û Hollandayê jî belav bû. Tişta ku Fransayê ditirsîne tevger di şuhibe tevgera sala 1868an ya xwendevanan. Tê gotin ku tevger ne tenê li Fransayê lê wê li Almanya jî belav bibe.
Serokwezîrê Fransayê Edouard Philippe got ku wê car din yekîtiya neteweyî pêkbînin û hem wê şêwra wan bi “xwepêşandêrên aştîxwaz” re dewam bike. Philippe ragihand ku divê zêdekirina bacekî, zerarê nede yekîtiya Fransayê. Divê yekîtiya neteweyî bi dan û sitendinan û bi civînan bê avakirin.
Edouard Philippe di axaftina xwe de ragihand ku wê serokê Fransayê bo teşwîqa diyalogê behsa tedbîrên nû bike. Ji heyeta “êlek zer” an Jacline Mouraud bo çapemeniyê ragihand ku ew tevlî fikrên Philippe dibe.