TR KU SO
FB X
Cîhan

Axaftina têkçûnê ji Harris: Me hêvî nedikir!

Admin L
Nivîskar
📅 07 mijdar 2024 13:30

PeyamaKurd – Namzeta Demokrat a Serokomariyê Kamala Harris ku di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de têk çû, axaftinek kir û tê de têkçûn qebûl kir. Harris got, "Pêdivî ye ku em encamên van hilbijartinan qebûl bikin. Lê belê em ne li hêviya encameke wiha bûn. Em ê bi awayekî aştiyane desthilatdariyê radestî Trump bikin."

Kamala Harris, namzeda Demokratan a hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê, piştî têkçûna xwe ya hilbijartinê daxuyaniyek da.

Kamala Harris di axaftina xwe de ku têkçûna xwe ya hilbijartinê qebûl kir, ev gotinên jêrîn bikar anîn:

"Îro dilê min pir tije ye. Pêwîst e em encamên van hilbijartinan qebûl bikin. Îro min telefonî Serokê hilbijartî Donald Trump kir û pîrozbahî lê kir. Em ê di merasîma radestkirinê de alîkariya wî bikin. Lê belê em ne li hêviya encameke wiha bûn. Em ê bi awayekî aştiyane desthilatdariyê radestî Trump bikin.

"Em pabendê Destûra Bingehîn in, ne Serokomar in"

Ronahiya xewna Dewletên Yekbûyî wê her dem geş be. Em bapendê Destûra Bingehîn in, ne bi Serokomar re. Ez spasiya Biden dikim ji bo baweriya wî bi min. Ez bi pêvajoya hilbijartinê ya ku em tê de ne serbilind im. Me bi zanebûn tedbîr girt ku di nava 100 rojan de koalîsyonekê ava bikin. Em bi hev re bûn. Em ê weke demokrat têkoşîn û têkoşînê bidomînin.”

Harris spasiya xwe ji alîgirên xwe, tîma kampanyayê û hilbijêrên Amerîkî re diyar kir.

 
Parve bike: