TR KU SO
FB X
Kurdistan

'Ez hêvî dikim ku cejn aştî û aramiyê bîne herêmê'

Admin L
Nivîskar
📅 27 gulan 2026 09:38

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî Cejna Qurbanê li hemû Misilmanan pîroz kir û hêviya xwe anî ziman ku ev cejn "aştî û aramiyê bîne Kurdistan, herêm û cîhanê."

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de ku îro bi boneya Cejna Qurbanê hat weşandin, cejn li hemû Misilmanên li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.

Di peyama xwe de, Mesrûr Barzanî diyar kir, "Ez bi taybetî pîrozbahiyê li Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlehiya navxweyî û malbatên şehîd û qurbaniyên Enfalê dikim. Ez hêvî dikim ku hûn cejnê di nav bextewarî û aştiyê de derbas bikin."

Serokwezîr peyama xwe bi van gotinan bi dawî kir:

"Ez hêvî dikim ku cejn yekîtî, aştî û aramiyê bîne Kurdistan, herêm û cîhanê. Cejna Qurbanê pîroz be, ez cejneke aram û xweş ji we re dixwazim."

Parve bike: