TR KU SO
FB X
Cîhan

Qalîbaf ji Swîsreyê byekem peyam belav kir: Hêvî dikim şermezar nebim

Admin H
Nivîskar
📅 21 hezîran 2026 10:34

PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Îranê û Serokê Şandeya Danûstandinan a Îranê Mihemmed Baqir Qalîbaf, îro Yekşemê piştî gihîştina xwe ya Swîsreyê peyamek belav kir.

Qalîbaf li Balafirxaneya Navdewletî ya Zurîhê ji balafirê peya bû û li kêleka balafira şandeya Îranê wêneyek parve kir.

Li ser vê balafirê bi zimanê Îngilîzî nîşeya "Hashtag_Minab_168" bi zimanê Farisî jî hevoka "Bi bîranîna zarokên xwendingeha Mînabê" hatibû nivîsîn, ku bal kişand ser qurbaniyên êrîşên borî yên li ser Îranê.

Qalîbaf di peyama xwe de tekez kir ku ew rûniştina ser masê wekî berpirsiyariyeke dîrokî li ser milê xwe dibîne û wiha got:

"Ez zarokên mezlûm ên Mînabê û tevahiya şehîdên Îrana ezîz berdewam wekî çavdêrên li ser kiryar û reftarên xwe dizanim. Xwedê bike ku ez li pêşberî şehîdan û gelê Îranê şermezar nebim û bi rûyekî spî bigihîjim nava hevalên xwe, ku bo dîtina wan ez saetan dijimêrim."

Hêjayî gotinê ye, ev daxuyaniya Serokê Tîma Îranê nîşan dide ku Tehran di lûtkeyê de di bin zexta raya giştî ya navxweyî de ye û hewl dide nermbûna dîplomatîk ligel parastina rûmeta neteweyî bimeşîne.

Lûtkeya Bürgenstockê û paşxaneya cîhê danûstandinan

Piştî vê peyamê, şandeya Îranê rasterast derbasî Komelgeha Geştiyarî ya "Bürgenstock"ê bû daku pêvajoya 60 rojî ya lihevkirina krîtîk a ligel Amerîkayê dest pê bike. Ev cihê ku mêvandarîkirina qonaxa nû ya dîplomasiya herêmî dike, ji ber gelek taybetmendiyên xwe wekî navenda rûniştinên nihênî hatiye hilbijartin.

Ewlehiya bilind

Bürgenstock dikeve ser Gola Lucerneyê li herêma Nidwaldenê ya Swîsreyê. Ji ber ku li ser çiyayekî ye û ji bajarên mezin veqetiyaye, parastina wê ya ewlehiyê gelekî hêsan e.

Dîroka dîplomatîk

Vê komelgehê ku otêla wê ya yekem di sala 1873an de hatiye vekirin, berî niha di sala 2002an de mêvandariya aştiya Sûdanê, di 2004an de danûstandinên Qibrisê û di Hezîrana sala 2024an de jî mêvandariya Lûtkaya Aştiyê ya Ukraynayê kiriye.

Parve bike: