Cîhan
Trump: Hêvî dikim em nêzîkî dawiya şer bûne
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump li balafirgeha Charlotte Douglas a li eyaleta North Carolina derbarê geşedanên rojevê de daxuyanî dan.
Trump li ser aloziya bi Îranê re da zanîn ku ew bi rêya têkiliyên rasterast bi Tehranê re di nava danûstandinan de ne û got: "Ez hêvî dikim em nêzîkî dawiya şer bûne. Îran bi rastî jî dixwaze peymanekê çêke, em ê bibînin ku ev yek dê çawa encam bide."
Trump her wiha rexne li biryara zêdekirina faîzê ya Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) girt û diyar kir ku rêjeya faîzê gelekî bilind e û ev gav ji bo dijberiya rêveberiya Washingtonê hatiye avêtin.