TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hikûmeta Kurdistanê: Em li herêmê aştî û aramiyê dixwazin

Admin H
Nivîskar
📅 05 adar 2026 17:02

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro 5ê Adarê ew îdîayên ku digotin 'Herêma Kurdistanê çekan dide hêzên opozîsyona Rojhilatî û wan dişîne nav axa Îranê' bi temamî red kirin."

Hewramanî da zanîn ku ev cure nûçe "bi mebest" û ji bo armancên taybet têne belavkirin.

Pêşewa Hewramanî tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî yên Herêmê, ne beşek in ji ti hewldan yan planekê ku bixwaze şer û rageşiyan li navçeyê berfirehtir bike. Hewramanî got: "Berevajî van îdîayan, em daxwaza aştî û aramiya navçeyê dikin."

Berdevkê Hikûmetê bal kişand ser êrîşên ku rojane li ser Herêma Kurdistanê têne kirin û ev êrîş wekî "êrîşên tirsonek" pênase kirin û bi tundî şermezar kirin.

Parve bike: