TR KU SO
FB X
Cîhan

Axios: Trump amade ye ku cezayên li ser Îranê sivik bike

Admin H
Nivîskar
📅 29 îlon 2026 09:22

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya malpera nûçeyan a Amerîkî Axios ku dispêre çavkaniyên ewlehiyê yên navxweyî, Serokê DYAê Donald Trump amade ye ku di mijara berdana sermayeya cemidandî ya Îranê û sivikkirina ambargoyan de nermiyekê nîşan bide, bi mercekî ku Tehran di bernameya xwe ya nukleerî de gavên berbiçav bavêje.

Her çend hin berpirsên Amerîkî danûstandinên nerasterast erênî binirxînin û diyar bikin ku Îran di mijara nukleerî de nerm e, lê wan da xuyakirin ku hîn jî li ser demjimêra taahhûdan û gavên pêşîn nakokiyên kûr berdewam in.

Lê belê Serokê DYAê Donald Trump li ser tora civakî ya Truth daxuyaniyek da û ev îdiayên malpera Axios bi tundî red kir.

Trump got: "Ev ne rast e. Min tu tiştekî pêşkeşî wan nekiriye. Ev nûçe tenê ji bo tatmînkirina sendroma dijberiya Trump hatiye çêkirin û derew e."

Trump tekez kir ku ew ji bo pêşîgirtina li çekên nukleerî yên Îranê bi biryar e û zextên aborî yên ser Tehranê bandora xwe didomînin.

Parve bike: