TR KU SO
FB X
Cîhan

Azerbaycan û Ermenistanê agirbesta mirovî ragihand

Admin H
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2020 12:52

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Ermenistanê şevê din bi daxuyaniyê ragihand, di navbera herdu aliyên şer Azerbaycan-Ermenistanê de agirbesta mirovî hatiye ragihandin û li demjimêr 00:00ê 18ê Cotmehê destpê dike.

Wezaretê diyar kir biryar di çarçoveya pêkanîna daxuyaniya hevbeş de hate girtin ku 1ê Cotmehê Serokên Rûsyayê Vladimir Putin, yê Amerîka  Donald Trump û Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihandiye. Herwiha hatiye gotin, biryara agirbestê li ser daxuyaniya serokên Koma Minsk ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropî ya 5ê Cotmehê û daxuyaniya Moskowê ya 10ê Cotmehê hatiye dayîn.

Beriya niha jî agirbest hatibû ragihandin lê di saetên destpêkê de ew agirbest hatibû binpêkirin.

Herwiha doh Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov bi hemkarên xwe yên Azerbaycan Gihon Bayramov û yê Ermenistanê Zograb Mnatsakyanian re pêwendiyên telefonî pêk anîbû ku piştî wê pêwendiyê ev agirbesta dawî hatiye ragihandin.

Parve bike: