Nikol Paşînyan serkeftina xwe li Ermenistanê ragihand
PeyamaKurd - Serokwezîrê niha yê Ermenistanê, Nikol Paşînyan, di hilbijartinên parlementoyê yên 7ê Hezîranê de serkeftina xwe ragihand. Paşînyan got, "Em di hilbijartinên parlementoyê yên 7ê Hezîranê de bi ser ketin."
Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan serkeftina xwe di hilbijartinên parlementoyê de ragihand. Dema ku jimartina dengan hîn jî berdewam dikir, Paşînyan daxuyanî da çapemeniyê.
Paşşînyan diyar kir ku Partiya wî ya Peymana Sivîl di hilbijartinên parlementoyê yên Ermenistanê de bi ser ketiye û got, "Ez spasiya hemû hevkarên xwe yên di partiyê de dikim. Em bi şev û roj xebitîn û ev serkeftinek dîrokî ye. Ev serkeftin ji bo gelê Ermenî ye."
Paşînyan tekez kir ku ew ê siyaseta xwe ya nêzîkbûna bi Ewropayê re bidomînin û got, "Em ê endametiya xwe di Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê de biparêzin. Em ê herwiha têkiliyên xwe bi Rûsyayê re pêşve bibin."
Li gorî Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Ermenistanê, li welêt 2,485,232 hilbijêrên qeydkirî hene.
Di hilbijartinê de, ku li seranserê welêt 2,005 navendên dengdanê hatine danîn, 18 navnîşên namzedên cûda ji bo herî kêm 101 kursiyên parlementoyê pêşbaziyê dikin.
Dengdan di hilbijartinên parlementoya Ermenistanê de bi dawî bû û jimartina dengan berdewam dike.