Li Ermenistanê hilbijartin: Paşînyan an Karapetyan?
PeyamaKurd - Li Ermenistanê piştî kampanyeya hilbijartinê ya ku mehekê berdewam kir, xelk îro 7ê Hezîranê ji bo diyarkirina parlamento û desthilatdarîya nû ji saet 08:00an ve çû ser sindoqan.
Li gorî daneyên Saziya Xizmeta Koç û Welatîbûnê ya Wezareta Navxwe, li seranserê welat 2 milyon û 485 hezar û 851 kes xwedî mafê dengdanê ne û ew dikarin li 2 hezar û 5 binkeyên hilbijartinê daxwazên xwe tomarkirin bikin.
Di vê proseyê de ku dê sindoq heta saet 20:00ê vekirî bin, 16 partiyên siyasî û 2 hevpeymanî bi giştî 18 aliyên siyasî hevrikiyê dikin.
Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartinê Vahagn Hovakimyan diyar kir ku prose bi asayî dimeşe, pirsgirêkên teknîkî yên piçûk zû hatine çareserkirin û zêdetirî 20 hezar karmendên ku perwerde dîtine li ser kar in daku hilbijartineke dadperwer, şefaf û aştiyane bê birêvebirin.
Rewşa rapirsiyan û hevrikiya sereke
Li gorî rapirsiyên giştî Serokwezîr Nikol Paşînyan û Partiya wî ya Peymana Sîvîl di rêza yekem de cih digirin, lê belê rapirsî nîşan didin ku her çiqas Paşînyan li pêş be jî, ji bo avakirina hikûmetê bi tena serê xwe dibe ku negihîje piraniya kursiyên parlamenê.
Hevrikê herî xurt ê Paşînyan, karsazê navdar ê rûs-ermen Samvel Karapetyan e ku serokatiya Hevpeymaniya Ermenistana Bihêz dike.
Karapetyan bixwe ji ber tawanên mîna gendeliya diravên spîkirî, revandina bacê û hewldana hilweşandina destûra bingehîn di hepsa malê de ye.
Loma li ser navê wî biraziyê wî Narek Karapetyan li bajarê Taşîrê dengê xwe bi kar anî. Paşînyan li Êrîvanê çû ser sindoqê ku di hilbijartinên berê yên 20ê Hezîrana 2021an de jî partiya wî bi ser ketibû.