TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsyayê encamên hilbijartinên Ermenistanê red kir

Admin H
Nivîskar
📅 08 hezîran 2026 20:00

PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova, mi ser encamên hilbijartinên giştî yên Ermenistanê ku partiya Serokwezîr Nikol Paşînyan bi ser ket, nirxandin kir.

Zaharovayê, rêveberiya Êrîvanê bi "binpêkirina prensîbên demokratîk û proseyên hilbijartina azad" tawanbar kir.

Zaharovayê îdia kir ku ev hilbijartin bi temamî di bin zexta welatên Rojava de hatiye encamdan û rayedarên Ermenistanê zext, pêkutî û çewisandinên giran li dijî opozîsyonê û alîgirên wan pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya fermî ya aliyê Moskowê, ev pêngavên dawî yên hikûmeta Nikol Paşînyan rewabûna hilbijartineke şefaf û dadwerane ji holê rakiriye û nûnertiya daxwaza rasterast a gelê Ermenistanê nake.

Parve bike: