Cîhan
Bafil Talebanî paşve gav avêt: Deriyê diyalogê vekiriye
PeyamaKurd - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di Foruma Stratejîk a Silêmaniyê de diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ti pêwîstî bi tundiyê nîne û divê nakokî bi diyalogê bên çareserkirin.
Talebanî bal kişand ser wê yekê ku aramiya Herêma Kurdistanê bi aramiya Bexdayê ve girêdayî ye û yekîtiya aliyên Kurd a li wir dê mafên welatiyan garantî bike.
Talebanî her wiha destnîşan kir ku Kurd dikarin di navbera hêzên cîhanî de bibin pireke dîplomasiyê û roleke erênî di avakirina aştiya herêmî de bilîzin.
Serokê YNKyê her wiha daxwaz ji hevalbendên navneteweyî kir ku ji bo dabînkirina pergala parastina asmanî ya parastina binesaziya aborî alîkar bin.