Kurdistan
Bafil Talebanî: Serok Trump agahiyên zelal dan
PeyamaKurd - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di civîna Mekteba Siyasî ya YNKê de qala pêwendiya xwe ya telefonî ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re kir.
Mekteba Siyasî ya YNKê ragihand, Serokê YNKê Bafil Talebanî qala naveroka pêwendiya xwe ya telefonî ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re kiriye û gotiye, "Serok Trump derbarê armancên Amerîkayê yên di vî şerî de agahiyên zelal dan."
Hate eşkerekirin ku Trump spasiya rola Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya li Iraqê kiriye û diyar kiriye ku Serok Trump ji bo fêmkirina armancên Amerîkayê derfetek daye wan.
Herwiha hat destnîşankirin ku her du aliyan li ser piştgiriya hevbeş a ji bo avakirina hevkariyeke bihêz a di navbera Amerîka û Iraqê de jî gotûbêj kirine.