Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî dê serdana Bexdayê bikin
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî ragihand ku li ser însiyatîfa Serokê Civata Bilind a Dadwerî ya Iraqê Faiq Zeydan, di 1î kanûna pêşîn de civîneke diyaloga niştimanî bi beşdariya 3 serokatiyên Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî dê birêve biçe.
Ebûdî beriya vê civîna girîng destnîşan kir ku Hikûmeta Iraqê dê pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê bi tamî di çarçoveya destûrê de bimeşîne.
Berdevkê hikûmetê her wiha anî ziman ku bûdceya sala 2027an piştî civîna roja sêşemê dê ji aliyê Civata Wezîran ve bê pejirandin.
Di 25ê mijdara 2026an de Yekîneya Ragihandinê ya Dadweriyê li Bexdayê ragihandibû ku 4 serokatiyên Iraqê li ser pêşniyara Faiq Zeydan a ji bo çareserkirina krîza destûrî ya di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li hev kirine.
Faiq Zeydan tekez kiribû ku di dema derketina nakokiyan di şirovekirina madeyên destûrî de, dê serî li Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê bê kirin.