Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî sersaxî dan gelê Norwêcê
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya Qralê Norwêcê Harald V peyamên serxweşiyê û hevxemiyê belav kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku ew ji ber nûçeya koça dawî ya Qral Harald V xemgîn bûne û serxweşiya xwe gihandin Malbata Qraliyetê û hemû gelê Norwêcê. Mesrûr Barzanî anî ziman ku ew hêvî dikin bîranîn û mîrateya wî ya xebatê di nav gelê wî de her dem zindî bibe û bimîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî xemgîniya xwe ya kûr a ji bo vê windahiya mezin anî ziman û destnîşan kir ku Qral Harald V rêberekî rêzdar û dilsoz bû ku zêdetirî sê dehsalan bi şehrezayî, rûmet û dilnizmî xizmeta welatê xwe kiriye.
Nêçîrvan Barzanî di dewama peyama xwe de sersaxî da Malbata Qraliyetê û gelê Norwêcê û piştgiriya Herêma Kurdistanê di vê roja xemgîn de ji bo wan ragihand.