Bahçelî bertek nîşanî Îsraîlê û Netanyahû da: Sebra me neceribînin
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî li ser êrîşa Îsraîlê ya li ser firokxaneya leşkerî ku 70 kîlometre nêzîkî sînorê Tirkiyeyê Em Duhurê û daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Binymîn Netanyahû daxuyaniyek belav kir.
Bahçelî diyar kir ku divê Îsraîl di zûtirîn demê de dev ji acizkirina Tirkiyeyê, ceribandina sebra wê û destwerdana rasterast an nerasterast a di qadên ewlehiya neteweyî ya welat de berde.
Bahçelî bal kişand ser pêşketinên li herêmê û îdia kir ku gavên ber bi aştiyê ve yên li Tirkiyeyê û herêmê hatine avêtin, lîstikên Îsraîlê yên ku ji tevlîhevî û aloziyê xirab kirine.
Serokê MHPê tekez kir ku siyaseta êrîşkar û dagirker ku ji aliyê rêveberiya Îsraîlê ve tê meşandin, ji bo paşeroja herêmê veguheriye pirsgirêkeke sereke ya ewlehiyê.