Bakirhan û Hatimogullari serdana Demirtas kirin
PeyamaKurd - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, li Girtîgeha Edirneyê serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli kirin.
Di demeke ku Selahattîn Demirtaş parastina bo doza Kobaniyê berdewam dike û îdiayên li ser danûstandinên hikûmeta Tirkiyê bi Abdullah Ocalan re derketine holê de, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan îro 5ê Çileyê serdana Demirtaşa li Edîrneyê kirin.
Hatîmogûllari û Bakirhan, li girtîgehê bi Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli, re hevdîtin kirin ku hîn derbarê naverokê de daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Li gorî ragihandina Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê wê paşê agahî derbarê naveroka hevdîtinê de bên parvekirin.