Cîhan
Balafir ket ser jîngehê û 8 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Kolombiyayê li bajarê Medellinê duhî di wexta sibê de balafirekî ket ser jîngehekî. Di ketina balafirê de 8 kes mirin. Di 4 xaniyan de zerar çêbû. Tîmên tenduristiyê ragihandin ku di balafirê de 6 rêwî û 2 muretebat hebûne.
Şaredarê bajarê Medellin Daniel Quintero ragihand ku piştî balafir ji balafirgeha Olaya Herrera bi hewa ketiye, di motorê de ariza çêbûye û ji bo xwe deyne erdê, dageriya balafirgehê û di wê wextê de ketiye.
Rêvebirên karên Hewayî yên sîvîl yên Kolombiyayê ragihandin ku balafir ya şîrketa Wings Trade Support e û ji bo seferekî taybet hatiye kirêkirin.